Însiyatifa Derunasên Mezopotamya

Der-Mez

DER-MEZ’ê bi zimanê zikmakî piştevaniya derûnî-civakiyî da destpêkirin

 

AMED – DER-MEZ’ê bi zimanê zikmakî piştevaniya derûn-civakî da destpêkirin. Hevberdevkê Înîsiyatifa DER-MEZ’ê Derûnas Mehmet Şerîf Akbaş, diyar kir ku xwestine bi zimanê zikmakî bi gelê xwe re bibin alîkar.

Înîsiyatîfa Derûnasên Mezopotamyayê (DER-MEZ) di 18’ê Gulanê de li ser malperên xwe yên medyaya civakî daxuyandibû ku xebata derûn-civakî, perwerdehî, tendurîstî û hemû xizmetên din ên gelemperî divê bi zimanê zikmakî bên kirin. Ji ber vê yekê jî diyar kiribû ku di warê derûnî-civakiyî de ew ê bi zimanê zikmakî alîkariya kesan bikin. Her wiha di vê çarçoveyê de bi hejmara 0541 328 10 21 xeta telefonê jî hatiye çêkirin.
Hevberdevkê Înîsiyatifa DER-MEZ’ê Derûnas Mehmet  Şerîf Akbaş, diyar kir ku dema şewba vîrûsa coronayê (covîd-19) derketiye li Tirkiyeyê tenê bi zimanê tirkî alîkariyên bi vî rengî hebûne û got: “Em wek DER-MEZ’ê fikirîn ku kemasiya alîkariyê ya di warê bi kurdî de heye. Di nav pergalê de bi yek zimanî xebat tên kirin. Ji ber wê jî me xwest bi zimanê zikmakî bi gelê xwe re xebatekê bikin. Nêzî mehekê em li ser vê xebitîn, me amadekariya xwe kir û di 18’ê Gulanê de dest pê kir. Em li benda gelê xwe ne serlêdan çêbibin em ê bibin alîkar.”
HER ROJ DIXEBITIN
Akbaş, da zanîn ku pêvajoya şewba vîrûsa coronayê ji bo mirovên temenmezin bûye pirsgirêk û ji ber ku mirovên temenmezin nikarin derkevin derve ev yek bandoreke nebaş li derûniya wan dike û got: “Me jî xwest bi vî awayî alîkar bin. Kal û pîrên me zêdetir tirkî nizanin. Li Tirkiyê bi vî awayî bi telefonê xebat hene. Me jî xwest bi kurdî vê xebatê pêk bînin.”
Akbaş, dest nîşan kir ku dê bi rêya telefonê di warê derûnî-civakiyî de bibin alîkar û her roj saet di navbera 10.00-22.00’an de bixebitin. Akbaş, bilêv kir ku fikra wan ew e ku vê xebata xwe du mehan bidomînin, lê belê wê li gor pêvajoyê biryara xwe bidin.
‘HEYA JI DESTÊ ME WERE EM Ê BIBIN ALÎKAR’
Akbaş, anî ziman ku derneketina derve ne tenê ji bo gelê vî welatî ji bo hemû gelê cîhanê pirsgirêk e û got: “Derneketina derve piştî demekê wê bandorê li derûniya wan bike. Havîna vî welatî jî hatiye, germ e. Qedexekirin ji aliyê derûniyê ve tişteke din derdixe holê. Wekî din mirov zêde li malê dimînin û tirs jî heye, ev tirs jî nahêle ku derkeve ji ber wê yekê jî zêde dimaldemayîn wek hefsê tê xuyakirin.”
Akbaş, xwest ku mirovên li mal jî îzolasyona fizîkî esas bigirin û got: “Kesên ku di nav malan de ne bi telefon û înternetê dikarin hevpeyvîna pêk bînin. Lîstikên berê yên ku di çanda me de hene dikarin bi zarokên xwe re bilîzin û bi wî şiklî dema xwe derbas bikin. Gelê kurd bila her tim serî li me bide. Heya ji destê me were em ê bi vî şiklî alîkar bibin.”

Bersivê bidin şîroveyê

Ji kerema xwe şîroveya xwe binivîsin!
Ji kerema xwe navê xwe li vir binivîsin