Perwerdehîya Dîrokgirtina Derûnî bi Kurdî

0
657

DER-MEZ
KOMÎSYONA AKADEMÎ

Perwerdeya Dîrokgirtina Derûnî bi Kurdî
Kürtçe Psikolojik Anamnez Alma Eğitimi

9, 16, 23 Nîsan 2021

13:00 – 15:00

Hîndekar: Exp. Dr. Azad Günderci – Psîkiyatrist & Psîkoterapîst
Hêsankar: Exp. Psk. Masum Aydın – (Psîkoterapîst & Perwerdekar)

Pêvajoyek psîkoterapî ya dermanker, bi hilgirtina anamnezek sîstematîkî dest pê dike. Ev bername armanc dike ku van mijaran fêr û nîqaş bike: Darxistina hevdîtina derûnîya yekem, sîstemekirina daneyên di van hevdîtinan de hatine berhev kirin,di dawiya civînên pêşîn de çekirina hin hipotezan ji bo teşxîsê, destpêkirina pêvajoya dermankirinê, xalên ku di van civînên yekem de werin nirxandin.
Ev bername ji bo derçûyên Derûnnasî / PDR û xwendekarên sala 4-an e. Tevlêbun belaş e û bi 30 kesan re sînordar e. Civîn wê li ser Zoomê bê ava kirin. Di dawîya perwerdehiyê de, wê sertîfîkaya beşdarîyê ji hevalên ku bi tevahî beşdarî dewreyan bûne re were dayîn.
Serlêdan
Ji bo ku hûn beşdarî perwerdehiyê bibin, ji kerema xwe e-nameyên ku hûn motîvasyona xwe nîşan didin, bi navnîşana e-nameyê “Perwerdehiya Dîrok a Derûnî bi Kurdî” ji navnîşana [email protected] re bişînin.

Bersivê bidin şîroveyê

Ji kerema xwe şîroveya xwe binivîsin!
Ji kerema xwe navê xwe li vir binivîsin